Îlham Ehemd ji gelê Kurd re: Piştgiriya we ji bo rûmeta gelê me xeta parastinê ya rasteqîn e
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, ji bo piştgiriya gelê Kurd a li hundir û derveyî welat peyamek weşand û ragihand, ev piştgirî bûye mertalek ji bo parastina rûmeta gel û destkeftiyan.
Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed îro 23ê Çileyê li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X) peyamek arasteyî gelê Kurd û tê de spasiya kurdistanî û diyasporaya kurdî kir ji ber helwesta wan a niştimanperwerî.
Îlham Ehmed di peyama xwe de got: "Em spasiyên xwe pêşkêşî gelê Kurd ê li hundirê welat û revenda kurdî ya li derve dikin, ji bo wê rawestana rastgo û berpirsyarane ya ku li gel têkoşîna Rêveberiya Xweser û hêzên wê nîşan dane."
Ehmed destnîşan kir, ev piştgirî ne tenê di warê manewî de ye, lê belê di qada navdewletî de jî bandoreke mezin çêdike û got: "Deng, piştgirî û liv û tevgera we ya siyasî û medyayî, xeteke parastinê ya rasteqîn ava kiriye ji bo parastina rûmeta gelê me û mafê jiyaneke azad û ewle."
Di dawiya peyama xwe de, Îlham Ehmed bang li gelê Kurd kir ku li her derê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û got: "Em we han didin dikin ku hûn li ser van helwestên xwe berdewam bin, da ku em bi hev re dawî li metirsiya qirkirinê ya li ser gelê xwe bînin."
Ev peyama Îlham Ehmed di demekê de tê ku Rojavayê Kurdistanê bi êrîşên dijwar û dorpêçeke giran re rûbirû ye. Gelê Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê û revenda Kurdistanî bi xwepêşandan û çalakiyên curbicur xwedî li berxwedana Rojavayê Kurdistanê derdikevin.