Fuad Hisên: Parlamentarên Iraqê biryarê didin kî dibe Serokkomarê Iraqê

Fuad Hisên
Fuad Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê dibêje ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ser berbijarekê hevpar ji bo posta Serokomariya Iraqê negihîştine lihevkirinê.

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro (Yekşem, 25.01.2026ê) di konferanseka rojnamevanî de bal kişand ser hejmareka mijarên hestyar ên ewlehî û siyasî, ku yên herî girîng jî mijara girtiyên DAIŞê li Sûriyeyê û mijara hilbijartinên Serokomarê Iraqê bûn.

Di derheqa posta Serokkomariya Iraqê de, Fuad Hisên nîgeraniya xwe diyar kir ku ew hîn jî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re negihîştine lihevkirina dawiyê. Herwesa ragihand: Lîsta dawiyê ya berbijaran 18 kesan vedigire, û Parlementoya Iraqê dê li dawiyê biryarê bide ka kî ji wan dê ji bo wê postê bê hilbijartin.

Navbirî herwesa got ku, mijara girtiyên DAIŞê mijareka stratejîk e û rasterast bi ewlehiya neteweyî ya Iraqê ve girêdayî ye, xasma jî ku piraniya wan girtiyan "serkirdeyên xeter" in. Eşkere jî kir ku, Hikûmeta Iraqê bi aliyê Sûriyeyê re li hev kiriye ku tenê wan çekdaran werbigire yên ku nasnameyên Iraqî hene.

Wezîrê Derve yê Iraqê herwesa got: Em amade ne ku wan werbigirin, lê têbîniyên me hene û me ji Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê xwestiye ku, berpirsiyariya veguhastina wan û xerciya darayî ya wê pêvajoyê werbigirin. Amaje jî da ku, divê rêkarên tund ji bo kontrolkirina wan girtîgehan û rêgirtina li her bizaveka revîna çekdarên DAIŞê bên bicihanîn.

Fuad Hisên di derheqa xeteriyên DAIŞê de piştrastî da ku, ji bo rûbirûbûna bi her tevgereka têkildarî wê rêxistinê û parastina serweriya axa Iraqê, amadekariyên tund li ser sînorên Iraq û Sûriyeyê hatine kirin.