Zalmay Xelîlzad: Fuad Hisên bo Serokkomariya Iraqê kesê herî hêja ye

Zalmay Xelîlzad û Fuad Hisên / Erşîf
Zalmay Xelîlzad û Fuad Hisên / Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê berbijarkirina Fuad Hisên ji bo posta Serokomariya Iraqê wekî "hilbijartineka herî baş" binav kir û got: Xwezî min mafê dengdanê hebûya.

Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê piştgiriya xwe ji bo berbijarkirina Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ji bo Serokomariya Iraqê ragihand û ew wekî "hilbijartineka herî baş" binav kir.

Xelîlzad di peyama xwe de pîrozbahî li Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî kir, ku ji aliyê Çarçoveya Hevahengiyê ve ji bo posta Serokwezîriya Iraqê hatiye berbijarkirin. Amaje jî da ku, pêngava bê diyarkirina Serokomar e û eşkere kir ku, ew berbijarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fuad Hisên wekî kesê herî guncayî ji bo wê postê dibîne.

Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê herwesa nivîsiye: Fuad Hisên kesatiyeka xwedî ezmûneke dewlemend e ku vê postê werbigire û li ser asta navxwe û derve ya Iraqê jî rêz li wî tê girtin.

Navbirî di dawiya peyama xwe de jî gotiye: Nûrî Malikî û Fuad Hisên bi hev re dikarin tîmeka bêhempa ji bo Iraqê ava bikin. Herwesa nivîsiye: Xwezî min mafê dengdanê hebûya.

Çarçoveya Hemahengiyê, ku mezintirîn fraksiyona Parlemantoya Iraqê ye, li roja Şemiyê (24.01.2026) bi piraniya dengan Nûrî Malikî wekî berbijarê fermî ji bo posta Serokwezîriya Iraqê destnîşan kir.

Pêşbirka sereke li ser posta Serokkomariyê, ku li gorî siyaseta Iraqê para Kurdan e, di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ye. PDKê Fuad Hisên berbijar kiriye, li aliyê din jî YNKê Nizar Amêdî destnîşan kiriye. Li gorî ragihandina Parlementoya Iraqê, lîsta dawiyê ya berbijaran ji 18 kesan pêk tê.