HSD: Artêşa Erebî ya Sûriyeyê careka din agirbest binpê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi rêya bikaranîna sê dronan gundekê girêdayî bajarê Kerkê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Yekşem, 25.01.2026) di daxuyaniyekê de got ku, di çarçoveya hejmareka binpêkirinên berdewam û eşkere yên peymana agirbestê de, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê êrîşeka nû li dijî Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin.
Li gorî wê daxuyaniyê, ew êrîş li ser gundê Qerê yê girêdayî bajarê Kerkê hatiye kirin û di wê êrîşê de Artêşa Erebî ya Sûriyeyê sê dron bi kar anîne.
Çavkaniyên xwecihî piştrast kiriye ku, ti zirarên canî ji wê êrîşê çê nebûne û tenê zirarên madî gihîştine deverê, herwesa ev êrîş wekî pêşhateka xeter û pabendnebûna bi bendên agirbestê li deverê tê hesibandin.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê duhî (Şemî, 24.01.2026) agirbest li tevahiya sektor û eniyên operasyona Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ji bo dema 15 rojên din jî dirêj kir.
Wezareta navbirî sedema wê biryarê jî eşkere kir û ron kir ku, dirêjkirina wê agirbestê ji bo piştgirîkirin û hêsankirina wan operasyonan e yên ku hêzên Amerîkayî dikin, ku tê de girtiyên DAIŞê ji zindanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo nav axa Iraqê tên veguhestin.