Parêzgeha Neynewayê: Sînorên me yên bi Herêma Kurdistanê re parastî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Neynewayê Ebdulqadir Dexîl ragihand, amadekariyên temam hatine kirin ji bo wergirtina girtiyên DAIŞ’ê yên ku ji Sûriyeyê vedigerin Iraqê. Dexîl her wiha dilniyayî da ku ev yek nabe metirsî li ser asayîşa Herêma Kurdistanê.
Parêzgarê Neynewayê Ebdulqadir Dexîl îro Duşemê (26’ê Kanûna Paşîn a 2026’an), di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê behsa plana vegerandina çekdarên DAIŞ’ê û rewşa Şingalê kir.
Dexîl diyar kir ku piştî biryara Amerîka û Neteweyên Yekgirtî û pesendkirina hikûmeta Iraqê, amadekarî hatine kirin ku çekdarên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê vegerînin Iraqê. Li gorî planê, ev girtî dê li ser girtîgehên parêzgehên cuda yên Iraqê werin dabeşkirin.
Parêzgarê Neynewayê bal kişand ser metirsiya van terorîstan û got: "Em dizanin ku ev terorîst çiqas ji bo civakê xeternak in, lê her tişt di bin kontrolê de ye."
Dexîl aşkere kir jî, li kampên Hol û Ced’a gelek welatiyên Iraqî yên ku tevlî DAIŞ’ê bûne hene. Lê belê, wî nîgeraniya xwe anî ziman ku hinek parêzgehên Iraqê naxwazin welatiyên xwe yên DAIŞî wergirin, ku ev yek barê Neynewayê girantir dike.
Herwiha Dexîl bang li civaka navdewletî kir ku welatên biyanî welatiyên xwe yên di nav DAIŞ’ê de wergirin û li welatên xwe dadgehî bikin. Wî got ku heta niha tenê Almanyayê amadehiya xwe nîşan daye ku welatiyên xwe wergire.
Asayîşa Herêma Kurdistanê û Neynewayê
Derbarê têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re, Dexîl tekez kir ku berjewendiyên wan û Herêmê hevpar in: "Em dilniyayê didin ku vegerandina van terorîstan ji bo Neynewayê, nabe ti metirsî li ser Herêma Kurdistanê. Sînorên me bi herêmê re berfireh in û me hemû tedbîr girtine, da ku rê li ber vedizîna terorîstan were girtin."
Peymana Şingalê: "Divê bicih were"
Parêzgarê Neynewayê derbarê rewşa Şingalê de daxuyand ku çareseriya herî baş, cîbicîkirina "Peymana Şingalê" ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye. Herwiha daxwaz kir jî, budceyeke taybet ji bo Şingalê were veqetandin û ji budceya giştî ya Neynewayê were cudakirin, da ku xizmetguzarî baştir bigihêjin devera Şingalê.
Peymana Şingalê
Peymana Şingalê di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi çavdêriya hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû îmzekirin. Armanca peymanê asayîkirina rewşa îdarî, ewlehî û avakirina herêmê ye.
Di peymanê de hatiye destnîşankirin ku:
- Divê hemû komên çekdar ên neqanûnî (di nav de PKK û alîgirên wê) ji Şingalê derkevin.
- Danîna qeymeqamekî nû.
- Radestkirina daxwaza ewlehiyê bo polîsên navxweyî û dezgehên asayîşa neteweyî.
Tevî ku 5 sal di ser îmzekirina peymanê re derbas dibin, heta niha hikûmeta Iraqê gelek xalên vê peymanê cîbicî nekirine.