165 barhilgirên alîkariyê yên BCF’ê gihîştin Rojavayê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê (BCF) karwaneke mezin a alîkariyên mirovî ku ji 165 barhilgiran (TIR) pêk tê, gihandine Rojavayê Kurdistanê. Ev alîkarî niha li bajarê Qamişlo û deverên din ên Kurdistannî li ser xelkê têne dabeşkirin.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê wekî yekemîn saziya mirovî ya ku derbasî herêmê bûye, bi tîmên xwe yên meydanî alîkariyên xurek, derman û pêdiviyên zivistanê digihîne destê penaber û koçberan.