Çar welat daxwaza agirbesta herdemî li Sûriyeyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Brîtanyayê, bi hevahengî bi welatên Fransa, Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê, Almanya û çend welatên din re, beyannameyeka hevpar li ser rewşa bakur-rojhilatê Sûriyeyê weşand.
Wan welatên zilhêz di wê beyannameyê de pêşwaziyeka germ li dirêjkirina peymana agirbestê ji bo dema 15 rojên din di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de diyar kir û ev pêngav wekî derfeteka girîng ji bo aramkirina rewşê wesif kir.
Welatên îmzeker bang li hemî aliyên dijhev ên Sûriyeyê kir ku, bi tevahî û bê şert û merc pabendî bingehên agirbestê bibin û xwe ji her pêşveçûneka leşkerî dûr bikin, herwesa tekez jî kir ku divê hemî alî di zûtirîn dem de li ser ragihandina agirbesteka herdemî û tevgir li hev bikin, da ku rê ji bo çareseriya siyasî û bidawîanîna nexweşiyên welatiyan xweş bibe.
Di wê daxuyaniya hevpar de hat gotin ku, çespandina tenahiyê li bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi rêya diyalogê û rêbazên aştîparêz ji serpişkiyên here sereke yên civaka navneteweyî ye. Ev jî ji bo pêşîgirtina li dubare serhildana komên terorîst û dabînkirina ewlehiya herêmî ye, ku dê bandoreka rasterast li ser aramiya cîhanê hebe.
Ev beyannameya hevpar a zilhêzên cîhanê di demekê de ye ku dever di bin zexteka leşkerî ya dijwar de ye û peyman di xetera hilweşînê de ne. Desttêwerdana rasterast a van welatan nîşana wê yekê ye ku, parastina bakur-rojhilatê Sûriyeyê û qewareya niha ya deverê ji bo Amerîkayê û hevpeymanên wê yên Ewropayî mijareka stratejîk e û naxwaze tu aliyek hevsengiya hêzê têk bide ku bibe sedema çalakbûna şaneyên nivistî yên DAIŞê û zêdetir nemana tenahiyê li deverê.
Ev zexta dîplomatîk bi bizavên mirovî re hevdem e, ji bo gihandina alîkariyan ji bo deverên dorpêçkirî yên wekî Kobanî û Hesekeyê.