Ebdilwehab Xelîl: Heke şer berdewam be, nîqaş dê bê encam bin

Ebdilwehab Xelîl
Ebdilwehab Xelîl

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Têkiliyên MSDê li Şamê amaje da ku, pêdivîtiya tevlihevkirina hêzên leşkerî bi demeka dirêj û rêkaran heye, lê em bihêvî ne ku danûstandinan encamên baş hebin.

Serokê Têkiliyên Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Şamê Ebdilwehab Xelîl îro (Çarşem, 28.01.2026) tevlî geşta nûçeyan a Kurdistan24ê bû û çend daxuyanî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê dan.

Ebdilwehab Xelîl ragihand: Danûstandinên di navbera Hêzên sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de erênî bûn. Heta duhî xeterî li ser gundên Çilaxayê hebû, lê îro êrîş rawestiyane.

Serokê Têkiliyên MSDê li Şamê Bizav herwesa got: Ji bo normalkirina rewşê, bizav tên kirin. Pêdivîtiya yekkirina leşkerî bi demê heye, pêdivîtiya Kurdan bi yekgirtin û yekrêziyê heye.

Navbirî amaje jî da ku, pêdivîtiya tevlihevkirina hhêzên leşkerî bi demeke zêde û rêkaran heye, lê em bihêvî ne ku danûstandinan encamên baş û erênî hebin û şer raweste, ji ber ku heke şer berdewam be, danûstandinan tu encam nabin.

Serokê Têkiliyên Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Şamê tekez jî kir ku, heya ku danûstandin berdewam bin, aştî û tenahî dê hebin.