Li Diyarbekirê bo meşa piştgiriya Rojava destûr nehat dayîn
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê bo meşa piştgiriya Rojavayê Kurdistanê destûr nehat dayîn û li ser vê yekê daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de daxwaz ji desthilatdariya Tirkiyeyê hat kirin ku, deriyên Nisêbîn û Pirsusê werin vekirin û rê bo gihandina alîkariyên mirovî were dayîn.
Ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve hat xwestin ku, bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê meşek were lidarxistin. Girse li ber Girtîgeha Diyarbekirê ya berê kom bû lê hêzên ewlekariyê amaje kirin ku bo meşê destûr nehatiye dayîn û ew rê nadin meşê.
Li ser danûstanan jî girseyê biryar da ku daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Parlemenyera DemPartiyê ya Diyarbekirê Adalet Kaya ve hat dayîn û hat amajekirin ku, divê demildest deriyên sînorî yên Nisêbînê û Pirsusê werin vekirin û bo alîkariyan rê were dayîn.
Adalet Kaya her wiha anî zimên ku Serok Mesûd Barzanî û hemî pêşengên Kurd bo Rojavayê Kurdistanê dîplomasiyek girîng û hêja meşandine û ev dîplomasî bibandor e .
Kaya bal kêşand ku ji 6ê Rêbendanê ve Kurd li ser piya ne, li hemî bajarên Kurdistanê Kurd bûne yekdeng û giyanek neteweyî derketiye holê.
Adalet Kaya got ku tê xwestin Kurd ji jenosîdê werin derbazkirin lê KKurd li her deverê bertekên xwe nîşan didin û berxwedana xwe didomînin û ew qedexekirina çalakiyên bo Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin.
Parlementera DemPartiyê da zanîn jî ku, wan gelek alîkariyên mirovî kom kirine û niha li bendê ne ku rê were dayîn ew alîkarî bigihîjin xelkê Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî bo Kobanê.