Wezîrê Derve yê Hollandayê: Em deyndarê Kurdan in; divê mafên wan li Sûriyeyê bên parastin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Hollandayê diyar kir, divê li hemberî metirsiya serhildana nû ya DAIŞê "çavvekirî" bin û giringiya parastina destkeftiyên Kurdan bi bîr xist.

Wezîrê Derve yê Hollandayê David van Weel kêfxweşiya xwe li ser agirbesta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de anî ziman û got: “Em hêvî dikin ev agirbest berdewam bike. Herwiha em dixwazin diyalogeke avaker di navbera HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de hebe, da ku 'Peymana 10ê Adarê' ya sala par bê bicihkirin.”

David van Weel destnîşan kir, ji bo Hollandayê tenê çareserî ew e ku "yekparçebûna axa Sûriyeyê û mafên Kurdan di nav wî welatî de bên parastin." Herwiha da zanîn jî, ew bi hûrgilî çavdêriya her cure binpêkirinên mafên mirovan dikin.

Derbarê şerê li dijî DAIŞê de, Wezîrê Derve yê Hollandayê nîgeraniya xwe li ser rewşa zindanên DAIŞê anî ziman û got: “Parastina ewlehiya van zindanan bo ewlehiya hemû cîhanê giring e. Em wek Hollanda û Ewropa deyndarên Kurdan in, ji ber ku wan bi qehremanî li dijî DAIŞê şer kir.”

Van Weel behsa helwesta Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, Ehmed Şera jî kir û got: “Ehmed Şera amadehiya xwe bo rûbirûbûna terorê nîşan daye û bûye endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê. Lê tevî vê yekê jî, divê em li hemberî metirsiya vejîna DAIŞê her dem hişyar û çavvekirî bin.”