Fraksiyona PDKê li Bexdayê bi Fuad Hisên re dicive
Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e ku Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê îro (Şemî 31.01.2026) saet 17:00 bi Fuad Hisên û Rêxistina Bexdayê re bicive.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, ev civîn di çarçoveya amadekariyên rûniştina sibe (Yekşem, 01ê Şibata 2026ê) ya Parlementoya Iraqê de tê kirin.
Herwesa danûstandinên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) de li ser posta serokkomariya Iraqê berdewam in û tê çaverêkirin ku, heta êvara îro encam bê yekalîkirin.
Mijara sereke ya danûstandinan jî biryardana li ser awayê tevlîbûna wan di rûniştina sibe de ye, ka gelo ew dê bi berbijarekê hevpar biçin hola parlementoyê an jî her partiyek dê bi berbijarê xwe tevlî wê bibe.
Ev jî di demekê de ye ku, Nivîsîngeha Ragihandinê ya Parlementoya Iraqê bi rengekê fermî bernameya rûniştina hejmar 7 belav kiriye, ku biryar e saet 11:00 ê berî nîvroya sibe (Yekşem, 01ê Şibata 2026ê) bê lidarxistin.
Li gorî wê bernameyê, karê wê rûniştinê ji du mijarên sereke pêk tê:
Mijara yekê girêdayî awayê sonda destûrî ye, ji bo hejmareka wan parlamenteran ên ku pêştir sonda qanûnî nexwariye an jî cîgir in.
Mijara duyê jî girêdayî "hilbijartina serokkomar" e. Ev pêngav wekî qonaxeka girîng di temamkirina mafên destûrî û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê de tên hesibandin.