Şîfa Barzanî li Bonnê peyama Serok Barzanî xwend: Piştgiriya we ya bo Rojava cihê şanaziyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî îro 31ê Çileyê di xwepêşandana mezin a li bajarê Bonnê de, peyama Serok Mesûd Barzanî gihand bi hezaran Kurdistaniyan. Serok Barzanî di peyama xwe de helwesta niştimanî ya rewenda Kurdistanî bilind nirxand û silavên xwe şandin bo berxwedêrên li Rojava.
"Zilmê nekarî îradeya gelê me bişkîne"
Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser dîroka tije azar a gelê Kurd di sedsala 20an de û got: “Piştî dabeşkirina neheq a Kurdistanê, gelê me bi gef û malwêraniyan re rûbirû ma, lê her ku çû hûşyartir û bihêztir bû. Têkoşerên Rojavayê Kurdistanê jî di vê rêyê de azarên mezin dîtin, zîndan û awareyî kêşan, lê dest ji mafên xwe bernedan.”
"Kurd parêzvanên mirovahiyê bûn"
Serok Barzanî behsa qehremaniya ciwanên Kurd di şerê li dijî terorê de kir û wiha berdewam kir: “Piştî xebateke dûr û dirêj, gelê me rûbirûyî gefa DAIŞê bû. Ciwanên me bi xwîn û canê xwe DAIŞ têk birin û bûn parêzvanên hemû mirovahiyê. Niha jî ku gelê me li Rojava di rewşeke aloz û metirsîdar de ye, divê civaka navdewletî û mirovahî bibe parêzvanê Kurdistanê.”
Peyama Yekîtiyê û Kurdbûnê
Serok Barzanî tekez kir ku "Kurdbûn" ji her cure îdeolojî û sînorên siyasî bilindtir e û got: “Xwepêşandana we nîşaneya yekdengiya neteweyî ye. Cudahiya sînoran û ramanên siyasî nikarin peywendiyên me yên mîjûyî lawaz bikin. Em yek netewe ne û di xweşî û nexweşiyê de hevpar in. Kurdbûn peyama aştî û pêkvejiyanê ye.”
Hişyariyên giring bo diyasporayê
Serok Barzanî daxwaz ji Kurdistaniyên diyasporayê kir ku di çalakiyên xwe de van xalan li ber çav bigirin:
- Rêkarên Medenî: Çalakî divê bi awayekî aştiyane û li gorî qanûnên welatên ku lê dijîn bin.
- Dûrketin ji Aloziyê: Divê xwe ji her cure pevçûn û ajawayê dûr bixin.
- Cudahiya Rejîm û Gelan: Gelê Kurdistanê pirsgirêka wê bi rejîm û siyasetên wan re heye, ne bi neteweyên din re. Divê rê neyê dayîn ku kîn û dijminatî di navbera Kurd û neteweyên din (bi taybetî Ereban) de derkeve.
Banga bo HSD û Şamê
Di peyama xwe de Serok Barzanî daxwaz ji hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir ku li ser agirbestê berdewam bin û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Herwiha tekez kir ku divê di paşeroja Sûriyeyê de, mafên siyasî, medenî û niştimanî yên gelê Kurd di nav Destûrê de bên garantîkirin.
Di dawiyê de jî Serok Barzanî tekez kir ku divê em hemû xwe bispêrin hev û xwe bispêrin hêza xwe, rewabûna gelê xwe xurt û bihêz bikin û hêviyeke me ya geş bi paşeroja Kurdistanê hebe. Serok Barzanî bi xêrhatina Kurdistaniyên diyasporayê kir bo xwepêşandanê û bi dirûşma 'Bijî Kurd, Bijî Kurdistan' dawî li peyama xwe anî.