Şîfa Barzanî: Zêdetirî 40 hezar Kurdan li Bonnê yekrêziya neteweyî nîşanî cîhanê dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî dilxweşiya xwe ji bo xwepêşandana mezin a Kurdan li bajarê Bonnê nîşan da û ragihand, ev çalakî peyameke zelal a yekîtiya neteweyî gihand navendên biryardanê yên cîhanê.

Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî 31ê Çileyê, di çalakiya mezin a Kurdistaniyên diyasporayê de li bajarê Bonn ê Almanyayê de bal kişand ser giringiya yekrêziyê û tekez kir ku dirûşma "Kurdistan yek e" îro di dilê her Kurdekî de deng vedaye.

"40 hezar Kurd herikîn Bonnê; dengê me gihişt parlamentoyan"

Şîfa Barzanî eşkere kir, zêdetirî 40 hezar Kurdistanî beşdarî xwepêşandana Bonnê bûne û qerebalixiyeke wisa çêbûye ku hemû trafîka bajêr hatiye rawestandin. Şîfa Barzanî derbarê hewildanên dîplomatîk de got: “Me bi awayekî fermî name û peyama gelê Kurd gihand balyozxaneyan, Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê û parlamentoyên Almanya, Swêd, Norwêc û Amerîkayê. Ev tevgera dîplomatîk bûye sedem ku piştgiriya Ewropayê bo doza Kurd bi awayekî berçav zêde bibe.”

Spasî bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê

Serperştyarê Revenda Kurdistanî spasiya taybet pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir ji bo hewldanên wî yên bêwestan ên bo çespandina agirbestê û pêşîgirtina li rijandina xwînê li Rojavayê Kurdistanê. Herwiha spasiya xelkê Herêma Kurdistanê kir ku bi dilsaxî alîkariyên mirovî digihînin birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê.

"Kurd ne gelê şer e, lê parêzvanê axa xwe ye"

Şîfa Barzanî herwiha got: “Divê hemû xwepêşandanên me li Ewropa û cîhanê bi awayekî medenî û aştiyane bin. Divê em rêzê li qanûnên wan welatan bigirin ku em lê dijîn. Armanca me nîşandana wêneya bedew û şaristanî ya gelê Kurd e bo cîhanê. Em gelê şer nînin, em aştiyê dixwazin; lê dema şer li ser me bê ferzkirin, em neçar in bo rûmeta xwe berevaniyê bikin.”

"Kurdbûn li ser hemû îdeolojiyan e"

Di peyama xwe de, Şîfa Barzanî bang li Kurdên diyasporayê kir ku ji berjewendiyên partîtî dûr bikevin û got: “Kurdistan li ser hemû îdeolojî û bîr û baweriyên siyasî ye. Partî tenê amûr in bo gihiştina armancên bilind ên netewe. Li diyasporayê divê tenê 'Kurdayetî' bê kirin û tenê Ala Kurdistanê bê bilindkirin, ji ber ku ev ala hemû Kurdan li dora hev kom dike.”

Konfîderasyona Revenda Kurdistanî: Sîwana Neteweyî

Konfîderasyona Revenda Kurdistanî di sala 2026an de wekî sîwaneke niştimanî bo Kurdên derveyî welat, karî mezintirîn tevgera girseyî û dîplomatîk di dîroka diyasporayê de birêxistin bike. Şîfa Barzanî wekî serperştyarê vê saziyê, hewl dide hevxemiya Kurdên diyasporayê veguherîne zextekî siyasî yê bi bandor li navendên biryardanê yên cîhanê, da ku garantiyeke navdewletî bo mafên destûrî yên Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê bê bidestxistin.