Şivan Perwer: Hewildanên Serok Barzanî bo Rojava îsbat kir ku Kurd ne bêxwedî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Kurd Şivan Perwer piştî beşdarîkirina di xwepêşandana camerî ya li bajarê Bonnê got, yekîtiya Kurdan a li diyasporayê cihê şanaziyê ye û hişyarî da ku nabe Kurd bi rêkeftinên siyasî bixapin û dest ji ruhê berxwedanê berdin.

Hunermend Şivan Perwer îro 31ê Çileyê li bajarê Bonn ê Almanyayê bû mêvanê "Stûdyoya Vekirî" ya Kurdistan24ê û behsa giringiya çalakiya dîrokî ya Kurdan kir. Perwer destpêka axaftina xwe de got: "Em Kurd in, em dîrok ne, em xwedî şanazî û şarezayî ne; em li cîhanê neteweyeke mezin in."

Şivan Perwer pesna hewildanên dîplomatîk ên Serok Mesûd Barzanî da ku ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê û rawestandina şer hatine kirin. Perwer got: “Ev hewildan nîşan didin ku Kurd xwediyê wan heye û serkirdayetiya wan rêzê li vîna gelê xwe digire. Ev yekîtiya li diyasporayê rûdaneke mezin e û ez pîrozbahiyê li Serok Barzanî û hemû Kurdan dikim.”

Derbarê rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de, hunermendê navdar daxwaz kir ku Kurd "rastbîn" bin û got: “Nabe em wisa fêm bikin ku bi vê rêkeftinê hemû pirsgirêk çareser bûne. Divê em ji bo her egerekê hişyar û amade bin. Ev yek ji bo her çar parçeyên Kurdistanê derbasdar e.”

Perwer bal kişand ser giringiya berdewambûna têkoşînê û got: “Di her qonaxeke jiyanê de, eger berxwedan nebe tu nikarî bijî. Li hemberî her kêşeyekê, divê mirov xwedî helwest û berxwedan be.” Herwiha behsa qehremaniya jinên Kurd kir û destnîşan kir ku keçên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê her dem li eniyên pêş ên şer û şoreşê bûne.

Hunermend Şivan Perwer rexneyên tund li bikaranîna olê bo mebestên siyasî girt û got: “Dîn wîjdan û rehmet e, dîn ne siyaset e. Dema dîn dibe siyaset, encam dibe şer, rijandina xwînê û faşîzm.”

Perwer derbarê hizra DAIŞê de wiha axivî: “Ew terorîst in û şêwazê şerê wan 'bêedebî' ye. Di felsefeya wan de her kes 'kafir' e. Lê li cîhanê 8 milyar mirov hene û divê rêz li hemûyan bê girtin, ji kîjan ol, ziman û çandê bin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Şivan Perwer silavên xwe şandin bo dayik û keçên Kurd û got: “Jin dayik e, jin xwedawenda jiyanê ye. Kesên 'bêedeb' sivikatiyê bi jinê dikin. Bila cîhan zanibe ku Kurd jî mîna Ereb û Tirkan xwedî maf e. Ewên ku bêrêziyê li hemberî gelê Kurd û jinên me dikin, ne mirov in.”