Pervîn Yûsif: Tenê bi yekrêziya navmala Kurdî mafên me tên mîsogerkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka PYDê Pervîn Yûsif ragihand, li gorî rêkeftina bi Şamê re, Artêşa Sûriyeyê derbasî herêmên Kurdî nabe û parastina herêmê di destê hêzên xwekî de dimîne. Yûsif herwiha rexne li Ehmed Şera girt ku biryarên derbarê Kurdan de bêyî Kurdan girtine.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Pervîn Yûsif îro 31ê Çileyê di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê, hûrgiliyên peywendiyên bi hikûmeta Şamê re aşkere kirin. Yûsif tekez kir, ew daxwaza parçebûnê nakin, lê misogeriya mafên Kurdan di Sûriyeyeke demokratîk de dixwazin.
Pervîn Yûsif derbarê rewşa leşkerî ya li herêmên Kurdî diyar kir, rêkeftinek heye ku li gorî wê Artêşa Sûriyeyê derbasî nav bajarên Kurdan nabe. Yûsif got: “Hêzên ewlehiyê (ên Şamê) tenê ji bo çavdêrîkirina pêvajoya yekkirina hêzan a bi rêkûpêk tên û piştre dê vekişin. Parastina navxwe ya herêmê dê her di destê hêzên me de be ku ji xelkê herêmê pêk tên.”
Yûsif tekez kir, "garantora herî mezin a rêgirtina li şerê nû", gelê Kurd û hêzên wan ên parastinê ne.
Hevseroka PYDê nîgeraniya xwe li ser şêwazê derxistina biryarnameyên (mersûm) dawî yên Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, Ehmed Şera anî ziman û destnîşan kirû got: “Heta niha Sûriye ji aliyê kesekî ve tê birêvebirin. Ew biryarnameyên li ser Kurdan hatine derxistin, tenê ji aliyê Ehmed Şera ve hatine amadekirin û tu aliyekî Kurd tê de beşdar nebûye. Ji ber vê yekê, em van biryarnameyan wekî 'kêm' dibînin.”
Pervîn Yûsif bang li hemû aliyên Kurdî kir ku di vê qonaxa hestiyar de bibin yek û got: “Ji bo ku Kurd bi hêz bin û mafên me bên parastin, divê em yekgirtî bin. Parçebûna navmala Kurdî xizmeta dijminan dike. Tenê em bi xwe dikarin berevaniyê di ber xwe de bikin.”
Derbarê hevdîtinên bê yên ligel hikûmeta Şamê de, Yûsif da zanîn ku hîn dîroka civîna nû nehatiye diyarkirin, lê tê çaverêkirin ku di demeke nêz de serdanek bo Şamê bê kirin.