Serokwezîr û Balyozê Brîtanyayê hilbijartina Serokkomar û pêkanîna hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Sibatê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Irfan Sidîq kir.

Di civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û hewildan û gotûbêjên ji bo hilbijartina Serokkomar û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de, derbarê guhertin û geşedanên dawî yên li navçeyê û bi taybetî rewşa Sûriyeyê de danûstandina bîr û rayan hat kirin; her wiha tekezî li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya aştî û diyalogê û parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê hat kirin.