Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Dubey

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt Dubey, da ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 2ê Sibata 2026ê) êvarê li ser vexwendina fermî ya Cîgirê Serok û Serokwezîrê Îmaratê û Dadwerê Dubey Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm, bi merema tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de gihîşt Dubey û ji hêla Wezîrê Dadê yê Îmaratê Ebdila Elniêmî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Di çarçoveya wê lûtkeyê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hejmareka civîn û hevdîtinan bi rayedarên payebilind ên Îmaratê û serokên welatên ku tevlî wê lûtkeyê dibin re bike, ji bo nîqaşkirina xurtkirina têkiliyên dualî û danûstandinên li ser pêşhat û guhertinên dawiyê yên Iraq û deverê.