Pizîşkiyan: Min Wezîrê Derve ji bo danûstandinên ligel Amerîkayê raspardiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, li ser daxwaza welatên dost ên herêmê, ew amade ne bi Amerîkayê re rûnên û ji bo vê yekê Wezîrê Derve yê welatê xwe raspardiye.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 3ê Sibatê li ser tora civakî "X" eşkere kir, Îran pêşniyara Serokkomarê Amerîkayê ya ji bo gotûbêjan qebûl dike.

Pizîşkiyan di peyama xwe de wiha got: "Wekî bersivek ji bo daxwaza welatên dost ên li herêmê û ji bo bersivdana pêşniyara Serokkomarê Amerîkayê ya derbarê gotûbêjan de, min ferman daye Wezîrê Derve ku eger keşekî guncav û dûrî gef û daxwazên ne mantiqî hebe, zemîna gotûbêjeke dadperwerane li ser bingeha rûmet, hîkmet û berjewendiyên neteweyî amade bike."

Li aliyê din, ajansa nûçeyan a Axios ragihand, biryar e şanderê taybet ê Donald Trump ji bo karûbarên Rojhilata Navîn, Steve Witkoff û Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî roja îniya bê li bajarê Stenbolê bicivin. Tê çaverêkirin ku tewera sereke ya civînê bernameya atomî ya Îranê be.

Di meha Gulana borî de, bi navbeynkariya Omanê li bajarê Mesqetê gerek gotûbêjan di navbera Amerîka û Îranê de hatibû kirin. Lê berî ku alî bigihîjin encamekê, "Şerê 12an" dest pê kir û Îsraîl û Amerîkayê bi giranî navendên atomî û leşkerî yên Îranê bombebaran kirin, ku vê yekê pêvajoya dîplomasiyê dabû sekinandin.