Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Urdinê tekezî li ser pêşxistina peywendiyan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Îro 3ê Sibatê li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayê de, ligel Serokwezîrê Urdinê Cafar Hassan civiya.
Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser rewşa giştî ya Iraqê û guhertinên dawî yên li navçeyê guftûgo kirin.
Serokwezîrê Urdinê silav û rêzên Şah Abdullahê Duyem gihandin Mesrûr Barzanî û amadehiya welatê xwe ji bo hîn bêtir xurtkirina peywendiyên duqolî di hemû waran de diyar kir.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêz û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam a Şahnişîna Urdinê û bi taybetî ya Şah Abdullahê Duyem anî ziman.