Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Gurcistanê li Dubayê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayê de, ligel Serokwezîrê Gurcistanê (Georgia) Irakli Kobakhidze hevdîtinek pêk anî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Sibatê li gel Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze civiya. Di civînê de, her du aliyan li ser pêşxistina peywendiyên duqolî û geşedanên dawî yên li navçeyê danûstandina bîr û rayan kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh 2ê Sibatê, li ser vexwendineke fermî ya Şêx Mihemed bin Raşid Al Maktûm, Cîgirê Serok û Serokwezîrê Îmaratê, gihîştibû Dubayê. Mesrûr Barzanî di dema gihîştina xwe de ji aliyê Wezîrê Dadê yê Îmaratê Abdullah Elnuaimî ve hatibû pêşwazîkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di perawîza vê lûtkeyê de, rêzeçalakî û civînan li gel berpirsên bilind ên welatên beşdar pêk bîne. Armanca van hevdîtinan xurtkirina peywendiyên dîplomatîk, nîqaşkirina rewşa Iraq û Sûriyeyê û peydakirina derfetên hevkariyê di warên rêveberî û aboriyê de ne.