Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Gurcistanê tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dualî kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Gurcistanê li Dubayê civiyan û tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dualî kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Sibatê di çarçoveya beşdariya xwe ya di "Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan" a li Dubayê de, ligel Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze civiya.

Di civînê de, her du aliyan li ser giringiya xurtkirina peywendiyên dualî di warên cuda de danûstandina bîr û rayan kirin. Mesrûr Barzanî û Kobakhidze hevnêrîn bûn ku pêwîst e hevkarî û peywendiyên navbera Hewlêr û Tiblîsê di astên cuda de werin pêşxistin.

Di mijareke din a hevdîtinê de, Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze bi pêzanîn û rêz behsa rola erênî ya Kurdên welatê xwe kir û destnîşan kir ku Kurd wekî pêkhateyeke çalak û dost xizmeta geşedana Gurcistanê dikin.

Ev hevdîtin di çarçoveya rêzehevdîtinên dîplomatîk ên Serokwezîr Mesrûr Barzanî de li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî pêk hat, ku tê de serkirdeyên gelek welatan ji bo gotûbêjkirina paşeroja rêveberî û hevkariyên navdewletî li hev civiyane.