Ferhad Etrûşî: Em bo posta Serokkomar pabendî biryara Serok Barzanî ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê hebûna hemî nakokiyên navxweyî di nav serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de red kirin û tekez kir ku, ew dê pabendî biryara dawiyê ya Serok Barzanî û serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê bin.
Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî îro (Sêşem, 3ê Sibata 2026) di daxuyaniyekê de ragihand: Mixabin, hin dezgehên medyayê nûçeyek belav kiriye ku ji rastiyê û ketwarî dûr e, ku tê de îdia tê kirin ku, qaşo cudahiya dîtin û nerînan di nav serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de li ser mijara posta Serokomarê Iraqê heye.
Ferhad Etrûşî amaje jî da ku, wan îdia û şîroveyan ti bingeheka rast nîne û bang li dezgehên ragihandinê kir ku, "hûrbîniyê bikin û berî belavkirina her nûçeyekê, ji rastiya çavkaniyên xwe piştrast bibin”.
Navbirî tekez jî kir: Ji bo berjewendiya giştî, em dê pabendî her biryareka bin û bi cih bînin, ku ji hêla serkirdetiya Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî ve li ser posta Serokkomarê Iraqê derkeve.
Li gorî siyaseta Iraqa piştî sala 2003ê, posta Serokkomar para Kurdan e. Ev post posta herî bilind a îdarî ya Iraqê ye û dema wê çar sal in û tenê ji bo gereka din tê nûkirin. Li gorî destûrê, piştî hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, parlementoyê 30 roj hene ku Serokkomarê nû hilbijêre. Piştre berbijarê Serokkomar berbijarê fraksiyona herî mezin a parlementoyê ji bo avakirina hikûmeta nû destnîşan dike.
Niha, li gel vekirina deriyê xweberbijarkirinê ji bo posta Serokkomar, çav li ser aliyên Kurdî ne. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) du aliyên sereke yên wê qadê ne, û tê çaverêkirin ku di civînên bê de helwestên xwe yekalî bikin.