Pêvajoya Aştiyê: Rapora perlemantoyê ya ji bo çaksaziyên yasayî amade dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma amadekar a rapora "Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Birayetî û Demokrasiyê" ya Perlemantoya Tirkiyeyê îro 4ê Sibatê dicive. Di civînê de qonaxên dawî yên rapora çaksaziyên yasayî yên giring ji bo pêvajoya aşitiyê tên gotûbêjkirin.
Di vê civînê de, qonaxên dawî yên amadekirina rapora taybet a komîsyonê ya derbarê pêngavên çaksaziya yasayî de tên nirxandin. Ev rapor kurteya hemû pêşniyarên aliyên siyasî ye ku ji bo serkeftina pêvajoya aşitiyê pêwîst hatine dîtin. Piştî qedandinê, rapor dê pêşkêşî Serokatiya Perlemanê were kirin, da ku karên yasayî li ser werin kirin.
Pêvajoya aşitiyê ya niha li Tirkiyeyê di meha Mijdara 2024an de dest pê kiribû. Di çarçoveya vê pêvajoyê de, PKKê biryara danîna çekan û dawîanîna li xebata çekdarî dabû. Li hemberî vê biryarê, tê çaverêkirin ku dewleta Tirkiyeyê yasayên taybet ji bo wan kesên ku çekan datînin derxe û çarçoveyeke yasayî ji bo vegera wan amade bike.
Aliyê Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê balê dikşîne ser giringiya gavên hikûmetê. Siyasetmedar û nûnerên Kurd tekez dikin ku êdî dema wê hatiye ku desthilatdariya Tirkiyeyê pêngavan bavêje, da ku bawerî bi pêvajoyê were û çareseriyeke mayînde pêk bê.
Civîna îro ya komîsyonê wekî gaveke stratejîk a ber bi qanûnîkirina rêkeftinên pêvajoya aşitiyê tê dîtin, ku dikare nexşerêya paşeroja siyasî ya Tirkiyeyê diyar bike.