Daxwaza parastina hêmayên dîrokî yên Diyarbekirê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Konseya Bajêr a Diyarbekirê ve bang hate kirin ku divê Baxên Hewselê, Bircên Diyarbekir û Pira Dehderî werin parastin, da ku nifşên pêşerojê jî van remzên dîrokî bibînin, bi taybetî bal hate kêşan ku UNESCOyê bo Baxên Hewselê hişyarî daye û hatiye gotin ku Baxên Hewselê baş nayên parastin. Derbarê Pira Deh Derî de jî hat gotin ku divê bo berjewedniyên bazirganiyê neyê bikaranîn.

Li Diyarbekirê derbarê parastina remzên dîrokî de ji aliyê Konseya Bajêr a Diyarbekirê ve civînek hat li darxistin. Di civînê de hat amajekirin ku divê remzên dîrokî yên Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanî ya UNESCO de jî cih digirin baş werin parastin ku derbarê parastina van remzên navdar ên cîhanî bi taybetî bo Baxên Hewselê  UNESCOyê  hişyarî jî daye. 

Hevserokê Jura Avahîsazên Diyarbekirê Ferît Kahraman ji K24ê re got: “Ji sala 2015ê vir ve piştî ku Baxên Hewselê ket lîsteya UNESCOyê  hem şerê xendeqan ru da , hem qeyum hatin ser bajaran ji ber wê Baxên Hewselê nehatin parastin, di sala 2022yan de jî landeyek UNESCOYê hat li Baxên Hewselê lêkolîn kir û amaje kirin ku eger wisa bidome dê di raportên xwe de bêjin baş nayê parastin û bila ji lîsteyê were derxistin.”

Derbarê cafeyên derdora Pira Dehderî de hatine avakirin jî hat amajekirin ku divê werin rakirin an jî ji nû ve hawîrdora Pira DehDerî were sazkirin. Li ser vê yekê jî xwediyên cafeyan bertek nîşandan û civînê de alozî rû da. Siyasetmedaran bal kêşandin ku divê remzên dîrokî ji berjewendiyên bazirganiyê werin rizgarkirin û rêyek çareseriyê were dîtin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Dogan Hatun got: “Li cihên derdora Pira Dehderî de jî divê rêbazek a çareseriyê were dîtin. Divê guhdarî hemû aliyan bikin, xwediyên cafeyan pêşniyarên xwe bikin, bo parastina Pira Dehderî û remzên ketina lîsteya UNESCOyê de divê çareseriyek were dîtin.”

Baxên Hewselê, Pira Dehderî, Bircên Diyarbekir ku sûdek mezin didin danasîn û geştiyariya Diyarbekirê niha çaverê ne ku raya giştî xwedî li wan derbikeve û baş biparêze da ku nifşên nû jî wan bibînin.