Serok Barzanî û Ehmed El-Cerba rewşa Sûriyeyê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî û Serokê Tevgera "Teyar El-Xed" a Sûriyeyê Ehmed El-Cerba geşedanên dawî yên siyasî yên li Sûriyeyê gotûbêj dikin.
Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Sibatê li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Tevgera "Teyar El-Xed" a Sûriyeyê Ehmed El-Cerba kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa giştî ya Sûriyeyê û dawî pêşhatên siyasî yên wî welatî hatin gotûbêjkirin.