Birêvebirê Ewlehiya Hesekeyê: Li nêzîk jiyan li Kobaniyê normal dibe

Merwan Elî
Merwan Elî

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê nû yê Ewlehiyê yê Hesekeyê Merwan Elî îro (Şemî, 7ê Sibata 2026ê) di konferanseka rojnamevanî de hûrgiliyên qonaxa bê ya bicihanîna peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de eşkere kirin.

Merwan Elî ragihand: Bendên din ên peymana dualî dê di rojên bê de bên bicîhanîn. Herwesa got: Ev qonaxa peymanê wergirtina bingehên polîsan li Qamişloyê, zeviyên petrolê li Rimêlanê û herwesa vekişîna hêzên her du aliyan ji bo bingehên wan ên leşkerî vedigire.

Rojnamevanekî ji ber rewşa li Kobaniyê gazin kirin û bal kişand ser nebûna alîkarî, elektrîk, av û înternetê. Merwan Elî hebûna dorpêçê red kir û got: Pirsa Kobaniyê bi rewşa Qamişlo û Hesekeyê ve girêdayî ye; Yek mijar e.

Navbirî herwesa got: Hêz çûne devera Şiyûxê û hêzên ewlehiyê dê di demeka nêzîk de biçin Kobaniyê. Herwekî ku li vê derê hêz vedikişin, ew dê ji Kobaniyê jî vekişin. Ew mijar ne tenê gihandina alîkariyê ye, belkî vegera jiyana normal ji bo tevahiya deverê ye jî.

Birêvebirê Ewlehiya Hesekeyê li ser pirsa awareyên Serêkanî, Efrîn û Tilebyedê jî got: Danûstandin berdewam in. Li her du aliyan kamp hene, li Hesekeyê xelk heye ku çûye cîhekê din an jî li kampan in. Wî daxwaz jî kir ku, gotarên tund ên li ser awareyan bên kêmkirin.

Merwan Elî di bersiva pirsyarekê de li ser tevlihevkirina hêzên ewlehiyê bi hêzên Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê re got: Ew mijar bi rengekê baş bi rê ve diçe.

Ev jî di demekê de ye ku, Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan her îro (Şemî, 7ê Sibata 2026ê) ragihand: Ji ber hatina hejmareka mezin a awareyan ji gundên derdorê û nebûna alîkariyên mirovî, bajarê Kobaniyê ji ber kêmbûneka zêde ya av, elektrîk û xizmetên înternetê dinale û ew yek jî dibe rêgir ku ew dorpêça li ser hatiye wî bajarî hatiye sepandin bi rengekê rast bê veguhastin.

Ev rewş bi nemana sotemenî, alavên germkirinê, sebze û fêkiyan re hevdem e, ku bi hejmareka kêm ji gundên derdorê tên anîn û bi bihayên giran tên firotin, ku ji şiyanên piraniya şênî û awareyan zêdetir e. Li ser asta tenduristiyê jî, ew bajar di rewşeka pir xeter de ye, ji 10 rojan zêdetir e ku derman û şîr bi yekcarî kêm bûne û bi dest nakevin.

Tevî hebûna lihevkirin û hevfêmkirinê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de, tevî Wezareta Berevaniyê û Wezareta Navxwe jî, lê ew dorpêç hîn jî berdewam e û heta niha tu nîşanên cidî ji bo rakirina wê tune ne.

Şêniyên wê derê li wê bawerê ne ku, ew siyaseta birçîkirin û tîkirinê ya ku li dijî sivîlan tê kirin dikeve kategoriya tawanên şer ên plankirî, ku ji hêla hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û komên alîgirên wan ve li derdor û hundirê wî bajarî li ber çavên civaka navneteweyî tê bicihanîn.

Di vê çarçoveyê de, aware û şêniyên bajarê Kobaniyê bang li rayedarên xwecihî, hikûmî û herwesa civaka navneteweyî dikin ku, ji bo rakirina vê dorpêçê û vekirina rêyeka aram ji bo hatin û çûnê bi cidî bixebitin.