Îlham Ehmed: Mafên gelê kurd dê di destûra nû de werin misogerkirin
Navenda Nûçeyan (K24) –Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ragihand, pêvajoya tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo nava artêşa hikûmetê bi beşdariya çalak a şervanên jin birêve diçe. Ehmed herwiha destnîşan kir, mafên gelê kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de dê werin parastin.
Îlham Ehmed îro 7ê Sibatê li bajarê Qamişloyê di semînerekê de diyar kir, pêvajoya yekbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyeyê berdewam e. Ehmed eşkere kir ku li gorî planê, dê li bajarên Hesekê û Kobaniyê lîwa û fîrqeyên taybet werin avakirin û got: "Di nava van yekîneyên leşkerî de, şervanên jin dê bi roleke pir çalak û pêşeng cihê xwe bigirin."
Îlham Ehmed destnîşan kir, ev pêvajoya nû tenê bi warê leşkerî ve sînordar namîne û diyar kir ku ev yekbûn dê saziyên civaka sivîl, çalakiyên çandî û bi taybetî mijara zimanê kurdî jî li xwe bigire. Her wiha eşkere kir jî, di demeke nêz de dê komîteyeke taybet ji bo nivîsandina destûra nû ya welat were destnîşankirin.
Derbarê rewşa ewlehiyê de Îlham Ehmed got: "Hinek aliyan hewl didan di navbera pêkhateyên herêmê de agirê şer û dubendiyê geş bikin û vîna gelê kurd bişkînin. Lê belê yekîtiya dîrokî ya gelê me û hişyariya civakê, bûn asteng li pêşiya pêkanîna van pilanan."
Di dawiya axaftina xwe de, Ehmed got ku mafên kurdan di destûra pêşerojê de dê bi awayekî fermî werin mîsogerkirin û destkeftiyên mezin werin bidestxistin. Ehmed herwiha tekez kir, xebatên wan ên ji bo vegerandina koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û hemû deverên din bi biryardarî berdewam dikin.