Nêçîrvan Barzanî û Konsula Amerîkayê rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsula Giştî ya Amerîkayê Gwendolyn Green, pêngavên avakirina kabîneya nû ya hikûmetê û geşedanên siyasî yên li Iraq û Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 9ê Sibatê li Hewlêrê pêşwazî li Konsula Giştî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê Gwendolyn Green kir.

Di hevdîtinê de, mijara sereke rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêngavên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Her du aliyan tekezî li ser giringiya têgihiştin û hevkariya di navbera aliyên siyasî de kir, da ku proseya siyasî bi ser bikeve û daxwazên welatiyan werin cih.

Her di vê hevdîtinê de, behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên siyasî yên li Iraqê hate kirin. Her du alî li ser giringiya serxistina proseya hilbijartina Serokkomarê Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya federal hevnêrîn bûn. 

Di beşeke din a hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê û Konsula Amerîkayê derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê û geşedanên giştî yên li navçeyê de gotibûj kirin.