Bo cara yekem Beşa Kurdî li Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Şamê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî bi dehan salan ji qedexebûna zimanê Kurdî, yekem car e ku Wezareta Rewşenbîrî ya Sûriyeyê bi awayekî fermî beşeke taybet ji bo pirtûkên Kurdî di Pêşangeha Pirtûkan a Şamê de vedike.
Berpirsê Beşa Kurdî li Ajansa SANAyê Ehmed Mu'az Yeqûb ji Kurdistan24ê re ragihand, vekirina beşa Kurdî di pêşangeha Şamê de pêngaveke dîrokî û giring e. Yeqûb destnîşan kir ku ev yek cara yekem e ku di dîroka nû ya Sûriyeyê de pirtûkên Kurdî bi vî rengî di pêşangeheke navdewletî û fermî de cih digirin.
Di beşa Kurdî de pirtûkên bi her du zaravayên Kurmancî û Soranî hatine pêşkêşkirin. Mu'az Yeqûb aşkere kir, ti qedexe li ser sernavên pirtûkan nehatine danîn û her çi pirtûka ku wan xwestiye di pêşangehê de bidin naskirin, bi serbestî hatiye weşandin.
Yeqûb bal kişand ser dîroka zimanê Kurdî li Sûriyeyê û got: "Berê em rûbirûyê qedexeyên giran bûn, heta kaxezeke bi Kurdî nivîsandî jî dibû sedema girtinê. Lê niha em di bin sîwana Wezareta Rewşenbîrî de bi awayekî fermî pirtûkên xwe nîşan didin."
Li gorî agahiyên ku Yeqûb dan, beşa Kurdî di pêşangehê de rastî pêşwaziyeke mezin hatiye, ji bilî Kurdên Şamê, gelek welatiyên Ereb jî serdana beşa wan dikin û pirtûkên Kurdî ji nêz ve dişopînin. Herwiha wî aşkere kir jî ku heta niha 4-5 wezîrên hikûmeta Sûriyeyê bi fermî serdana beşa Kurdî kirine û piştevaniya xwe diyar kirine.
Ehmed Mu'az Yeqûb diyar kir, armanca wan ew e ku hemû zimanên Sûriyeyê bi hev re geş bibin. Di vê çarçoveyê de, Yeqûb mizgîniya pêngaveke nû da û aşkere kir ku di pirtûkxaneya neteweyî ya Sûriyeyê de jî beşeke taybet ji bo Kurdî tê avakirin da ku lêkolîner û xwendevan bi hêsanî bigihîjin çavkaniyên Kurdî.
Di dawiyê de, Yeqûb tekez kir ku ev pêngav peyameke xurt a çandî û mirovî ye ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê ku di çarçoveya parastina rûmet û nasnameya her kesî de tê avakirin.