Mesrûr Barzanî: PDK dixwaze hikûmet di demeke nêz de were pêkanîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew dixwazin di demeke pir nêz de kabîneya nû ya hikûmetê were pêkanîn û dest bi karên xwe bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 10ê Sibatê di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser mijara pêkanîna hikûmetê û rêkeftina di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de.
Derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de, Masrûr Barzanî diyar kir, heta niha guhertineke nû nîne, lê helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) zelal e û got: "Em dixwazin hikûmeta Herêma Kurdistanê di demeke pir nêz de bê avakirin. Ev daxwaz û nêrîna PDKyê ye jî ku em hikûmeteke yekgirtî û seranser li herêmê ava bikin, bi mercê ku encamên hilbijartinan û dengên xelkê werin berçavgirtin."
Şoreşa dîjîtal: Projeya "E-psûle"
Serokwezîr bal kişand ser projeya "E-psûle" û çaksaziyên di warê dîjîtalîzekirinê de û destnîşan kir ku ev proje beşek e ji bernameya çaksaziyê ya hikûmetê. Herwiha got: "Ji bo vê yekê binesaziyeke aborî pêwîst bû ku her welatiyek bibe xwedan hesabê bankê. Bi rêya vê sîstemê, welatî dikarin bi hêsanî û bi awayekî dîjîtal dravê xizmetguzariyên mîna av, kehrebe û xercên trafîkê bidin. Ev yek dê şefafiyeta di dahat û lêçûnên hikûmetê de jî zêdetir bike."
Peywendiyên bi Bexdayê re û pirsa mûçeyan
Li ser mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Masrûr Barzanî aşkere kir ku ew ê her tim berevaniyê di mafên rewa yên xelkê Kurdistanê de bikin.
Herwiha Mesrûr Barzanî got: "Mijara mûçeyan ev demeke dirêj e di destê Bexdayê de ye. Divê Bexda pabendî erkên xwe yên li hemberî xelkê Kurdistanê û tevahiya Iraqê be û cudahiyê nexe navbera welatiyan. Ez hêvî dikim ku destûrê binpê nekin û di şandina mûçeyan de berdewam bin."
Posta Serokkomariya Iraqê
Derbarê diyarkirina namzedekî ji bo posta Serokkomariya Iraqê, Mesrûr Barzanî diyar kir ku heta niha tu lihevkirinek li ser namzedekî hevbeş nehatiye kirin. Herwiha got: "Pêşniyara me ew e ku namzed ne yê aliyekî tenê, lê namzedê Kurdistanê bibe. Divê piraniya nûnerên kurd di parlamentoya Iraqê de an jî bi rêya Parlamentoya Kurdistanê namzedekî diyar bikin ku bibe nûnerê hemû Kurdistanê."
Paşeroja sektora dîjîtal
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Serokwezîr Masrûr Barzanî tekez kir ku armanca wan ne tenê wergirtina pereyên av û kehrebeyê ye, belkû pêşxistina sektora aborî, darayî û dîjîtal e li seranserê Kurdistanê. Herwiha ragihand, di dema pêş de dê gelek xizmetguzariyên din jî bikevin nav sîstema "E-psûle"yê.