NY: Kobanî tevî peymana HSD û ŞAmê di rewşeka xirab de ye

Kobanî
Kobanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Neteweyên Yekgirtî bandora peymana di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de li ser kêmbûna tundûtûjiyan eşkere kir û ragihand: Tevî arambûna rewşê, hîn jî bi dehan hezar kes li deverên cuda cuda aware ne û rewşa xizmetkariyan li Kobaniyê di asteka xirab de ye.

Berdevka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric îro (Sêşem, 10ê Sibata 2026ê) li ser pêşhatên dawiyê yên Sûriyeyê ragihand ku, tîmên wê têbîniya wê yekê kiriye ku, piştî îmzekirina peymana 30ê meha borî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de, asta şer û kuştinan de li Sûriyeyê bi rengekê berçav kêm bûye.

Stephane Dujarric li ser rewşa mirovî û awareyan jî amaje da ku, tevî kêmbûna şer jî, hîn jî nêzîkî 160 hezar kesan li parêzgehên Heleb, Heseke û Reqayê aware ne û di şert û mercên dijwar de dijîn.

Navbirî bal kişand ser rewşa bajarê Kobaniyê û ron kir ku, ew bizavê dikin şandina alîkariyên mirovî berdewam bikin, lê astengiyên mezin li pêşiya vê pêvajoyê hene.

Berdevkê Neteweyên Yekgirtî herwesa got: Li kobaniyê hîn jî sîstemên av û elektrîkê bi tevahî kar nakin û pirsgirêkên mezin di xizmetkariyên mirovî de hene, herwesa li piraniya deverên Kobaniyê pêvajoya xwendinê û dewama dibistanan hatiye rawestandin.

Stephane Dujarric amara alîkariyan jî pêşkêş kir û eşkere kir ku, heta niha wan 10 karwanên alîkariyan ji bo Kobanî û Qamişloyê şandine, ku ji 154 barhilgir pêk hatine û bi wê rêyê alîkariyên pêdivî ji bo nêzîkî 190 hezar kesan ji şêniyên wan deveran hatine gihandin.