Mesrûr Barzanî û Balyozê Gurcistanê tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dualî kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Sibatê pêşwazî li Balyozê Gurcistanê yê li Iraq, Urdin û Libnanê Archil Dzuliashvili kir.
Di civînê de her du alî li ser xurtkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Gurcistanê hevnêrîn bûn; li ser bingeha civîna hefteya borî ya navbera Serokwezîrê Herêmê û Serokwezîrê Gurcistanê ku di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayê de pêk hatibû.
Rewşa giştî ya Iraqê û pêşhatên li herêmê bi taybetî guhertinên dawî yên li Sûriyeyê, beşeke din a guftûgoyên hevdîtinê bû.