Amerîkayê baregeha leşkerî ya Tinifê radestî artêşa Sûriyeyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji bingeha leşkerî ya Tinifê, artêşa Sûriyeyê derbasî wê baregehê bûn. Hêzên Amerîkî derbasî nava axa Urdinê bûn.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji baregeha Tinifê û çûna wan bo nav axa Urdinê, yekîneyên artêşa Sûriyeyê bi hevahengiya ligel aliyê Amerîkî Tinifê û herêmên derdorê xistine bin kontrola xwe.
Li gorî daxuyaniyê, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li seranserê sînorê welêt ê ligel Urdin û Iraqê, bi taybetî li deşta Tinifê hatiye bicihkirin.
Hêzên Amerîkayê yên ku wekî beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li wê baregehê bûn, duh çarşemê (11.02.2026) bi hevahengiya ligel artêşa Sûriyeyê û hikûmeta Urdinê, hêzên xwe veguhestin baregeha "Tower 22" ya li nava axa Urdinê. Ev bingeha nû tenê çend kîlometreyan dûrî Tinifê ye.
Dîroka Baregeha Tinifê
Baregeha leşkerî ya Tinifê di sala 2016an de ji aliyê hêzên Amerîkayê ve li ser sêgoşeya sînorî ya navbera Sûriye, Iraq û Urdinê hatibû avakirin. Armanca serekî ya vê bingehê şerê li dijî terorîstên DAIŞê û rêgirtina li ber berfirehbûna bandora leşkerî ya aliyên biyanî li wê navçeyê bû.
Vekişîna Amerîkayê ji vê xala stratejîk û radestkirina wê bo artêşa Sûriyeyê, di çarçoveya guhertinên nû yên siyasî û leşkerî yên li herêmê de tê dîtin.