Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê hêsankariyan bo hilbijartina zimanê Kurdî li dibistanan dike
Diyarbekir (K24) - Saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê bo hilbijartina waneya bijare ya zimanê Kurdî xebatên xwe didomînin, ku roja dawî ya serîlêdanê 20ê Sibatê ye û li gorî agahiyek taybet a Kurdistan24ê bi dest xistiye, cara yekem e ku Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê di peyamek fermî de ji dibistanan xwestiye bo waneya bijare ya zimanê Kurdî astengiyan dernexin û piştgiriyê bidin, li aliyekê jî di çarçoveya 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî de jî mafnas dibêjin divê Kurd li hemû qadan xwedî li zimanê xwe derbikevin.
Proseya serîlêdanê ya waneya bijare ya zimanê Kurdî heta 20ê Sibatê dê bidome û li gorî çavdêriyên saziyên sivîl îsal serîlêdan ji salên borî baştir e, ku sala borî 59 hezar û 362 xwendekaran serî li waneya bijare ya zimanê Kurdî dabû. Saziyên sivîl didin zanîn ku wan ji malbatên xwe dest bi helmeta hilbijartina waneya bijare ya zimanê Kurdî kirine û bag li malbatan dikin ku bo zarokên xwe waneya zimanê Kurdî hilbijêrin.
Serokê Sendîkaya Fermanberan (MEMUR-SEN) ê Diyarbekirê Ramazan Tekdenîr got: Wezareta Perwerdehiyê jî piştgiriya bijartina waneya zimanê Kurdî dike, min jî bo zarokên xwe waneya zimanê Kurdî bijartiye, bila malbat netirsin, bila vê waneyê hilbijêrin, çiqasî hilbijêrin em ewqasî bi hêz dibin û aştî berfireh dibe.
Mamosteyên ku pêvajoya waneya bijare ya zimanê Kurdî dişopînin jî dibêjin ew serdana rêveberiyên dibistanan jî dikin da ku bo xwendekaran astengî dernekevin.
Berpirsê Şopandina Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî yê MEMUR-SENê Hudaî Morsumbul: Sala borî derdora 60 hezarî xwendekaran waneya zimanê Kurdî hilbijartin, îsal armanca me 100 hezar e, me bo vê yekê civîn jî pêk anîne li gel Weqfa Mezopotamyayê, Zankoya Dîcleyê, Weqfa Stêrka Bakurê, ZiwanKom, HezKurd, DilKurd, me serdana parêzgehiyan kir û parêzgeriyan bo dibistana peyam şandin da ku bo xwendekaran astengî çê nebin.
Mafnas jî balê dikêşin ku hem 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî nêzîk dibe hem jî proseya serîlêdana waneya zimanê Kurdî berdewam e ku divê Kurd di vê pêvajoyê de xwedî li zimanê xwe derbikevin.
Mafnas Sitki Zîlan got: Ziman girîng e, li dbistanan dest pê dike lê divê Kurd di hemû qadên jiyanê de Kurdiyê bi kar bînin da ku bikaribin pergala asîmîlasyonê bişkînin.
Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî ji sala 2012ê ve heye û gelek caran rêveberiyên dibistanan astengî derxistine lê vê carê li gorî saziyên sivîl ên nêzîkî desthilatê Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê bi peyameke fermî ji dibistanan re gotiye astengiyê dernexin.