Mezlûm Ebdî: Rola Kurdên diyasporayê di rawestandina êrîşan de dîrokî bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, peyameke spasiyê arasteyî Kurdên li diyasporayê kir û rola wan a di parastina destkeftan de bi "giring û dîrokî" binav kir.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di peyamekê de bal kişand ser xwenîşandan û helwestên dîplomatîk ên Kurdên li derveyî welat. Ebdî diyar kir, ev çalakiyên li welatên cuda, bûn sedema zexteke mezin a navdewletî û bûn faktora sereke ya rawestandina wan êrîş û planên ku li dijî herêmê hatibûn amadekirin.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de got: "Em spasiya Kurdên diyasporayê dikin ji bo piştgiriya wan a berdewam. Xwenîşandan û helwestên we yên neteweyî, roleke diyarker û mezin lîst di rawestandina wan êrîş û pelemarên ku dihatin ser herêma me."
Fermandarê HSDê her wiha destnîşan kir, dengê Kurdên li diyasporayê di navendên biryardanê yên cîhanê de bûye piştgiriyeke bihêz ji bo hêzên parastinê. Herwiha tekez kir ku ev yekitiya gelê Kurd a li hundir û derve, her dem dibe asteng û berbest li pêşiya wan pîlanên ku ewlehî û aramiya herêmê dikin armanc.
Ev peyama Mezlûm Ebdî piştî wê tê, di demên dawî de bi hezaran Kurdên li Ewropa û Amerîkayê ji bo piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re daketibûn qadan û bang li civaka navdewletî kiribûn ku rê li ber êrîşên nû bigirin.
مەزڵووم عەبدی داوای لێبوردن لە رەوەندی کوردی لە ئەوروپا دەکات pic.twitter.com/hSknGenhrY
— Kurdistan24 (@kurdistan24tv) February 15, 2026