Di gava yekem de nêzî 500 malbatên Efrînê yên koçber vedigerin warê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, pêvajoya vegera bi ewle ya koçberên Efrînê dest pê dike. Di qonaxa yekem de, nêzî 500 malbat dê derbasî navçeyên xwe bibin.

Li bajarê Qamişlo îro 16ê Sibatê bi beşdariya Kombenda Efrîn a Civakî, Meclîsa Koçberên Efrîn û Şehbayê û Nûnertiya Civaka Sivîl a Ewropayê, derbarê vegera koçberên Efrînê de daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî amadekariyên du hefteyan, êdî rê ji bo vegera xelkê Efrînê hatiye vekirin.

Veger li ser bingeha Rêkeftina 29’ê Çileyê ye

Endamê Rêveberiya Kombenda Efrîn a Civakî Îbrahîm Heftaro diyar kir, ev pêngav encama hevpeymana 29’ê Çileya borî ye ku di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin. Heftaro destnîşan kir, ji bo mîsogerkirina vegereke bi ewle, wan ligel nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û rayedarên hikûmetê civînên berfireh pêk anîne.

Heftaro di daxuyaniya xwe de got: "Em dixwazin bi hezaran xelkê xwe vegerînin Efrînê, lê ji ber mercên keşûhewayê û ji bo ku koçber rastî zehmetiyan neyên, em ê pêvajoyê beş bi beş (qonax bi qonax) birêve bibin. Di beşa yekem de derdora 400 heta 500 malbat dê vegerin. Ev pêvajo bi hevkariya NY û hikumeta Şamê tê kirin."

Her çend dema tam a birêketina karwanê yekem nehatibe diyarkirin jî, hate gotin ku ew ê "di demeke gelekî nêz de" pêk were.

Rayedaran tekez kirin, ew ê bi baldarî çavdêriya vê pêvajoyê bikin da ku xelkê Efrînê di bin sîwaneke navdewletî û bi ewlehî vegere ser mal û milkên xwe. 

Koçberkirina Efrîniyan

Efrîn di 20ê Çileya 2018an de, rastî êrîşa artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatibû, di encamê de zêdetir ji 300 hezar Efrînî bi neçarî koçber bûbûn, beşek ji wan li devera bakurê Helebê di kampan de hatibûn bicihkirin. Di dawiya sala 2024an de jî, dema grûpên çekdar êrîşî Heleb û devera Şehbayê kiribûn, ew koçber careke din koçberî, Reqa, Kobanê, Qamişlo û Hesekê bûbûn.

Di heyama sala 2025an de, pêla vegera Kurdên Efrînê bo ser warên wan dest pê kiribû û karwanê vegera Kurdan bo Efrînê ranawestiyabû. Li gorî texmînan, heta niha zêdetirî 200 hezar Kurd vegeriyane Efrînê.