Diyarbekir piştî 40 salan ji lîsta "deverên metirsîdar" hat derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Diyarbekir, ku ji aliyê geştiyariyê ve yek ji bajarên kêmpeyda yên cîhanê ye û di nav lîsta "100 cihên geştiyariyê yên herî xweşik ên cîhanê" ya kovara ‘Time’ê ya Amerîkayî de xwedî cihekê girîng e, piştî 40 salan ji "lîsta sor" û deverên metirsîdar ji bo geştiyaran hat derxistin.
Ew ji bo dema çar dehsalan bû ku, ji ber berdewamiya girjî û aloziyan, welatên Ewropayê welatiyên xwe haydar dikirin ku serdana Diyarbekirê nekin û ew wekî devereka qedexekirî hatibû vavartin.
Serokê Encûmena Geştiyariyê û Pêşxistinê ya Diyarbekirê ji medyaya deverê re ragihand ku, ew bajar li ser asta navneteweyî ji "devera metirsîdar" hatiye derxistin. Tekez jî kir ku, piştî pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û pêşkeftinên erênî li Sûriyeyê, ew bajar êdî wekî devereka metirsîdar nayê hesibandin.
Gelek şîrketên geştiyariyê yên Ewropayî pêştir geştiyarên ku dixwestin serdana Diyarbekirê bikin haydar dikirin ku, ew ji ber destnîşankirina wî bajarî wekî devereka metirsîdar nikarin bîmeya geştkirinê bidin wan. Ev yek jî bû sedem ku gelek geştiyarên biyanî planên xwe hilweşînin, lê niha bîmeya geştkirinê ji bo geştiyaran dikare bê misogerkirin.
Li gorî amarên parêzgeha Diyarbekirê, di sala 2024ê de nêzîkî 1.2 mîlyon geştiyaran li wî bajarî hatine mêvandarîkirin. Li sala 2025ê, ew hejmar gihîşt 1.6 mîlyon geştiyaran û tê payîn ku ew rêje gelek zêdetir jî bibe.