Şaredariya Rezan a Diyarbekirê Meclîsa Zimanê Kurdî ava kir

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Şaredariya Rezan a Navçeya Navendî ya Diyarbekirê ragihand ku, di bin banê Şaredariyê de Meclîsa Zimanê Kurdî hatiye damezirandin.

Di çarçoveya xebatên 21ê Sibatê de ku Roja Zimanê Dayikê ye, Şaredariya Rezan a Navçeya Navendî Ya Diyarbekirê ragihand ku, Meclîsa Zimanê Kurdî hat damezirandin.

Hevserokê Şaredariya Rezan Siraç Çejîk bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal kêşand ser wê yekê ku, wan meclîsa ziman ava kiriye û bi vê xebatê jî dê bêhtir xwedî li zimanê kurdî derbikevin

Ev di demekê de ye ku, saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê bo hilbijartina waneya bijare ya zimanê Kurdî xebatên xwe didomînin, ku roja dawî ya serîlêdanê 20ê Sibatê ye.

Li gorî agahiyek taybet ku Kurdistan24ê bi dest xistiye, Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ji bo cara yekê di peyamek fermî de ji dibistanan xwestiye ku, ji bo waneya bijare ya zimanê Kurdî astengiyan dernexin û piştgiriyê bidin wê.

pêvajoya serîlêdanê ya waneya bijare ya zimanê Kurdî heta 20ê Sibatê dê bidome û li gorî çavdêriyên saziyên sivîl îsal serîlêdan ji salên borî baştir e, ku sala borî 59 hezar û 362 xwendekaran serî li waneya bijare ya zimanê Kurdî dabû.

Saziyên sivîl didin zanîn ku wan ji malbatên xwe dest bi helmeta hilbijartina waneya bijare ya zimanê Kurdî kiriye û bag li malbatan jî dikin ku ji bo zarokên xwe waneya zimanê Kurdî hilbijêrin.

Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî ji sala 2012ê ve heye û gelek caran rêveberiyên dibistanan astengî derxistine lê vê carê li gorî saziyên sivîl ên nêzîkî desthilatê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê bi peyameke fermî ji dibistanan re gotiye ku astengiyê dernexin.