Li Kampa Bajid Kendal dîsa agir derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Li kampa Bajid Kendal a awereyên Şingalê li Zaxoyê, agir bi du konan ket û di encamê de kesek birîndar bû. Ev cara çaremîn e ku di nava mehekê de li vê kampê bûyerên şewatê rû didin.

Li Kampa Bajid Kendal a ku awereyên Şingalê tê de dimînin, berbanga îro 17ê Sibatê agir derket. Li gorî agahiyan, agir bi konekî ketiye û ji ber bayê zû bi ser konê din de jî belav bûye. Tîmên Parastina Sivîl a Zaxoyê gihîştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin û rê li ber şewitîna konên din girtin.

Rêveberiya Parastina Sivîl a Zaxoyê ragihand, di encama şewatê de welatiyek bi sivikî birîndar bûye. Li gorî zanyariyên nûçegihanê me, lingê wî welatî bi sivikî şewitiye û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatiye birin.

Her çend sedema fermî ya şewata îro nehatibe eşkere kirin jî, niştecîhên kampê dibêjin ku "şorta elektrîkê" dibe sedema van şewatan. Herwiha ji ber ku konên koçberan gelekî kevin bûne, zû dişewitin û agir bi hêsanî di nav wan de belav dibe.

Li Kampa Bajid Kendal di nava 30 rojên dawî de ev cara çaremîn e ku agir derdikeve. Di encama van her çar şewatan de heta niha 70 kon û dikanên kampê bi temamî şewitîne û 4 kes jî birîndar bûne.

Awareyên Şingalê yên li vê kampê, rexneyên tund li Hikûmeta Federal a Iraqê û bi taybetî li Wezareta Koç û Koçberan digirin û dibêjin ku wezaret alîkariyan dibire û konên kevin nû nake, da ku ev bibe zextek li ser wan û ew neçar bimînin kampan biterikînin û vegerin Şingalê.