Encûmena Efrînê ya Sîvîl: 400 malbat vedigerin ser cih û warên xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Efrînê ya Sîvîl amadekariyên vegera 400 malbatên Efrînî yên koçber dike. Tê payîn ku ev karwanê yekem di nava çend rojên bê de berê xwe bide gund û navçeyên Efrînê.
Piştî koçbereiyeke dirêj, Encûmena Efrînê ya Sîvîl proseyeke nû ji bo vegera xelkê Efrînê daye destpêkirin. Di qonaxa yekem de, navên 400 malbatî hatine tomarkirin, da ku vegerin ser mal û milkên xwe.
Berpirsê Encûmenê Hêmin Kurdaxî derbarê hûrgiliyên vegerê de ragihand, dabeşkirina malbatan li gorî herêman bi vî rengî ye:
- 150 malbat ji bo navçeya Cindirêsê.
- 150 malbat ji bo navçeya Mabeta.
- 100 malbat ji bo navçeya Şiyê.
Kurdaxî bal kişand ser wê yekê, vegere koçberan bi hevahengiya rêveberiya herêmê û parêzgeha Helebê ya ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve, di warê lojîstîk û ewlehiyê de tê birêvebirin.
Çalakvanê sivîl Îbrahîm Heftaro derbarê nîgeraniyê xelkê de got: "Em dixwazin vegera me bi rûmet û bi ewle be. Divê mal û milkên kurdan ên ku hatine dagirkirin werin valakirin û radestî xwediyên wan werin kirin. Heke em nekaribin vegerin malên xwe, baweriya me bi ti proseyê nayê."
Efrînî 4 caran aware bûn
Nêzî hezar malbatên Efrînî li parêzgeha Hesekê û deverên din asê mane. Di nava çend salên borî de, xelkê Efrînê ji ber şer û alozî û operasyonên leşkerî 4 caran ji cîh û warên xwe aware bûne û niha dixwazin vê jiyana awarebûnê bi dawî bikin.