Joshua Harris: Amerîka bi rêz li rola Serok Barzanî ya di proseya siyasî ya Iraqê de dinêre
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Sibatê pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Joshua Harris kir. Di hevdîtinê de peywendiyên Hewlêr û Washingtonê û rewşa siyasî ya Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de Joshua Harris tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka di çarçoveya Iraqê de piştgira Herêma Kurdistanê ye û welatê wî bi rêz û girîngî li rola Serok Barzanî ya di proseya siyasî ya Iraqê de –ji sala 2003yan ve heta îro û ji bo paşerojê jî– dinêre. Herwiha Harris diyar kir ku Amerîka dixwaze hevpariyeke stratejîk ligel Iraq û Herêma Kurdistanê ava bike û pêwîst e Iraq bibe xwedî biryara xwe ya serwer, da ku berjewendiyên wê di ser her tiştî re bin.
Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî tekez kir ku ew her dem daxwaz dikin ku li Iraqê yasa û destûr serwer bin û hevparî, hevsengî û sazan bibin bingehên sereke yên peywendiyên navbera Herêm û Bexdayê.
Herwiha Serok Barzanî bi girîngî daxwaz kir ku di hikûmeta dahatû ya Iraqê de ev her sê prensîp werin berçavgirtin, destûr were cîbicîkirin û dawî li wê serederiya nabaşe were anîn ku di mijara budçe û mijarên din de li hemberî gelê Kurdistanê tê kirin.
Serok Barzanî herwiha destnîşan kir ku divê Iraq xwedî biryara xwe be û peywendiyeke hevseng ligel cîranên xwe ava bike.
Rewşa Sûriyeyê û proseya siyasî ya Herêmê, mijarên din ên wê hevdîtinê bûn.