Palftorma Tendirustiya Amedê dixwaze alîkarî bigihîjin Kobaniyê
Diyarbekir (K24) - Platforma Tendirustiya Amedê bang kir ku Tirkiye Deriyê Sînorî Yê Murşîdpinarê yê di navbera Pirsus û Kobaniyê de were vekirin, da ku alîkariyên mirovî bigihîjin Kobaniyê ku bi awayeke lezgîn pêdiviya xelkê Kobaniyê bi gihandina alîkariyan heye.
Ji aliyê Platforma Tendirustiya Amedê ve li Diyarbekirê derbarê rewşa dawî ya Kobaniyê de daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku dorpêça li ser Kobaniyê hîn jî didome û rê nayê dayîn ku alîkarî bigihîjin Kobaniyê.
Di daxuyaniyê de bang li desthilatdariya Tirkiyeyê hat kirin ku, Deriyê Murşîdpinarê yê di navbera Kobanî û Pirsusê de vebike û rê bide ku alîkariyên mirovî bigihîjin Kobaniyê.
Mehmet Nur Ûlus ê ku li ser navê Platforma Tendirustiya Amedê daxuyanî xwendî anî zimên ku bi taybetî li Kobaniyê pergala tendirustiyê têk çûye, nexweşên giran nikarin baş werin dermankirin, zarokên nû xwedêdayîn nikarin baş werin dermankirin, pêdivî bi dermanan heye û her wiha hat xwestin ku nexweşên giran bo Tirkiyeyê werin veguhastin û dermankirin.
Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku heta ku alîkarîyên ji Diyarbekirê bi balhilgiran hatibûn şandin gihîştine Kobaniyê rastî gelek astengiyan hatiye û ya baş ew e ku, bi rêyeke nêzîk alîkarî werin şandin ew rê jî Deriyê Sînorî yê Murşîdpinarê ye ku dê hefteya bê jî bi barhilgiran alîkarî bo Kobaniyê werin şandin.