Polanda bang li welatiyên xwe kir: Bi lez ji Îranê derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Polandayê Donald Tusk hişyariyeke lezgîn da welatiyên xwe yên li Îranê û daxwaz ji wan kir ku ji ber metirsiya şer, bi lez û bez ji wî welatî derkevin.

Ajansa nûçeyan a Reutersê li ser zarê Serokwezîrê Polandayê Donald Tusk ragihand, rewş gelekî metirsîdar e û di banga xwe de got: "Divê hemû Polandî bi lez Îranê bicih bihêlin." Herwiha hişyarî da ku dibe piştî çend saetên din, derfeta derketin û valakirina welatiyan Polandayê ji Îranê bidawî bibe û rê werin girtin.

Ev banga lezgîn a Polandayê piştî daxuyaniyên rayedarên leşkerî yên Amerîkayê hat. Berpirsên Pentagonê diyar kirin, hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn ji bo êrîşeke berfireh li ser Îranê di rewşa amadebaşiyê de ne. Hat ragihandin jî, artêşa Amerîkayê Koşka Spî agahdar kiriye ku ew amade ne di her kêliyê de dest bi operasyonê bikin, eger Serok Donald Trump fermanê bide.

Ev alozî di demekê de ye ku roja Sêşemê Tehran û Washingtonê gera duyem a danûstandinên xwe li bajarê Cenêvê, bi navbeynkariya Omanê pêk anîbûn. Her çend her du alî li ser berdewamiya gotûbêjan lihev kiribin jî, lê hat ragihandin ku helwestên her du welatan hîn jî gelekî ji hev dûr in.

Koşka Spî: Em li benda helwesta Îranê ne

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt duh Çarşemê di daxuyaniyekê de diyar kir, ew li benda hûrgiliyên zêdetir ên helwesta Îranê ne ji bo gera dahatû ya danûstandinan. Lê belê, Leavitt bersiva vê pirsê neda ka gelo heta wê demê Serok Trump dê xwe ji êrîşeke leşkerî biparêze an na.