Nahiyeya Celewlayê bû qeza
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Plandananê ya Hikûmeta Iraqê bi rengekê fermî li ser qezakirina nahiyeya Celewlayê razî bû.
Serokê Encûmena Parêzgeha Diyalayê Omer Kurewî îro (Pêncşem, 19ê Sibata 2026ê) bi rengekê fermî guhertina yekîneya birêvebirinê ya Celewlayê ji nahiyeyê bo qezayê ragihand.
Omer Kurewî herwesa got ku, ev biryar encama bizaveka "bêhempa û çend mehan" bûye û di dawiyê de bi îmzeya rasterast a Wezareta Plandananê, wekî aliyê xwediyê biryarê û taybetmend, hat pejirandin.
Navbirî tekez jî kir, "Ev destkeftî bicihanîna wê sozê ye ya ku me pêştir dabû xelkê devera xwe, me li ser wê israr kir heta wê demê ku em wê wekî ketwarekê berçav bibînin”.
Li gorî wê biryarê, Celewla ji îro pê ve wekî qezayeka fermî diçe di nav avahiya yekîneyên birêvebirinê yên parêzgeha Diyalayê de, ku ev jî li gorî gotina Serokê Encûmenê, "mafekê qanûnî û heqkirineka paşkeftî ya wê nahiyeyê bûye".
Celewla, ku bi navê xwe yê resen ê Kurdî wekî Gulale tê zanîn, yek ji deverên herî girîng û stratejîk ên Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Ev nahiye ji ber cihê xwe yê erdnîgarî û pêkhateya şêniyên xwe herdem çavkaniya hevrikî û girîngîpêdanê bûye.
Celewla li bakur-rojhilatê Iraqê ye û girêdayî parêzgeha Diyalayê ye, ku devereka Kurdistanî ya derveyî birêvebiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û piraniya şêniyên wê Kurd in. Celewla ji ber cihêrengiya şêniyên xwe wekî "Iraqa piçûk" tê zanîn, lê vê cihêrengiyê wesa kiriye ku ew her gav bibe qurbaniya siyasetê.
Di dema rejîma Beisê de, ev dever rûbirûyî pêleka dijwar a Erebîkirinê bû. Malbatên Kurd hatin derxistin û Erebên deverên din ên Iraqê bi armanca guhertina nasnameya wê deverê li cihên wan hatin binecihkirin.