Şêwirmendê Trump ji K24ê re: Tenê Amerîka li Rojhilata Navîn xwedî biryar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Lijneya Şêwirmendiyê ya Donald Trump, Gabriel Soma ragihand, armanca sereke ya "Lijneya Aştiyê" dabînkirina aramiyê ye li Rojhilata Navîn û gava yekem jî ji Xezzeyê dest pê dike ku ji bo avakirina wê ya nû 70 milyar dolar pêwîst in.

Gabriel Soma di bultena nûçeyan a Kurdistan24ê de bal kişand ser wê yekê ku Xezze ji ber şer bi temamî wêran bûye û xizmetguzarî tê de nemane, lewma avakirina wî bajarî dê karê pêşîn ê Lijneya Aştiyê be. Soma got: "Di xula yekem a serokatiyê de, hezkirina Trump ji bo Xezzeyê hebû, niha jî plan dike ku Xezzeyê bike bajarekî pêşkeftî mîna New York û Chicagoyê. Ji ber ku Xezze yek ji baştirîn herêmên cografî yên cîhanê ye û xelkê wê hêjayî jiyaneke xweş e."

Wî şêwirmendê Trump herwiha anî ziman ku rawestandina şerê Xezzeyê kilîta pêkanîna aştiyê ye li tevahiya herêmê. Soma destnîşan kir ku Donald Trump heta niha karibûye 8 şeran li ser asta cîhanê bide rawestandin.

Zextên li ser Îranê û daketina nirxa Tumen

Derbarê pêgeha Îranê de Gabriel Soma got: "Trump zexteke tund a aborî xistiye ser Tehranê û %25 baca gumrukê daniye ser wan welatên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin. Ev yek bûye sedem ku Îran li cîhanê bê tecrîdkirin û pergala bankî ya wî welatî pek bikişe."

Soma aşkere kir, niha nirxa Tumen nemaye û got: "Ji bo kirîna kelûpelekî bi bihayê 10 dolaran, divê ti çenteyekî tije Tumen bi xwe re bibî." Herwiha diyar kir jî, 25 hezar welatiyên Îranî bi destê rejîma wî welatî hatine kuştin û gelê Îranê êdî vî desthilatdarî naxwaze.

Hişyariya Amerîkayê ji bo Tehranê

Soma tekez kir, gotinên Trump derbarê rewşa hundirîn a Îranê de firsendek e ji bo desthilatdarên Tehranê; heger lihevhatinê bikin dê rizgar bibin, lê heger şer derkeve, dê tevahiya şiyana wan a leşkerî ji nav biçe. Soma got: "Heger desthilatdarên Îranê ji aştiyê dûr bikevin, dê bibin windakerên herî mezin. Çawa ku piştî kuştina Qasim Suleymanî tiştek çênebû, heger ev rejîm jî were guhertin dê ti karvedanek nebe."

Hejmûna Amerîkayê li Rojhilata Navîn

Di dawiya axaftina xwe ya ji bo Kurdistan24ê de Gabriel Soma ragihand, cîhan di navbera zilhêzan de dabeş bûye, lê Amerîka rê nade ku ti welatekî mîna Çîn, Rûsya yan Îran, destwerdanê di karûbarên Rojhilata Navîn de bikin. Herwiha tekez kir jî, Serok Trump dixwaze Amerîka bibe yekane hêza xwedî biryar û bi bandor li tevahiya herêmê û her hewldanek ji bo avakirina qewareyekê li derveyî hejmûna Amerîkayê, wekî şaşiyeke mezin pênase kir.