Araqçî: Em Amerîkiyan wek dijmin nabînin, lê belê siyaseta wan dijminane ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê peyamek arasteyî Serokê Amerîkayê dike û radigihîne, zimanê hêz û gefan li hemberî Tehranê pêk neyîne. Herwiha Araqçî tekez dike ku ew gelê Amerîkayê wek dijmin nabînin, belku pirsgirêka wan bi siyasetên dijminane yên Koşka Spî re heye. 

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî di hevpeyvîneke televizyonî de derbarê gefên li ser navendên atomî yên welatê xwe û pêwendiyên bi Amerîkayê re got: "Sala borî xwe ceribandin, êrîşî navendên atomî kirin û zanyarên me kuştin, lê bernameya me ya atomî ji nav neçû. Ji ber ku me bernameya xwe pêş xistiye, lewma ti rêçareyeke leşkerî li hemberî bernameya atomî ya Îranê nîne."

Wezîrê Derve yê got: "Em gelê Amerîkayê wek dijminê xwe nabînin, lê belê siyasetên hikûmeta Amerîkayê yên li hemberî Îranê dijminane ne. Kengî ev siyaset hatin guhertin, em ê jî çav bi pêwendiyên xwe de bigerînin."

Araqçî her wiha îdiayên ku Amerîkayê daxwaza rawestandina pîtandina uranyumê kiriye red kirin û got ku armanca wan ew e ku bernameya atomî bi aştiyane bimîne.

Abbas Araqçî di bersiva gefên Donald Trump de weha got: "Rêveberiyên berî te bi rêya hêz û zordariyê negihiştin ti encamê, lewma tu jî nikarî bi vî zimanî tiştekî bi dest bixî." Her wiha aşkere kir, Îran niha li ser reşnivîsekê dixebite ku ji bo rêkeftineke pêkan a atomî ya ligel Amerîkayê were bikaranîn.

Ev daxuyaniyên Araqçî di demekê de tên, 17ê Sibata 2026an gera duyem a danûstandinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de li Ceneva Swîsreyê hatibû kirin.

Wezîrê Derve yê Omanê Bedr bin Hamed El-Busaîdî li hejmara xwe ya tora civakî ‘X’ de ragihandibû, di danûstandinên Cenevê de "pêşveçûneke baş" di warê diyarkirina armancên hevbeş û mijarên teknîkî de pêk hatiye û her du alî amadekariya civînên nû dikin.