PWKê li kolanên Qoserê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Teşkîlata Mêrdînê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Navneteweyî, li kolanên navçeya Qoserê belavok dabeş kirin û bal kişand ser parastina zimanê Kurdî.
Buroya Ragehandinê ya PWKê belav kir, çalakî ji ber avahiya PWKê ya li Qoserê dest pê kir. Endamên partiyê li Cadeya Ruhayê û li her du aliyên Qada Azadiyê belavokên ku li ser girîngiya zimanê Kurdî hatibûn amadekirin, dabeşî welatiyan kirin. Di dema dabeşkirina belavokan de, bi rêya megafonan silogana "Bê ziman jiyan nabe" hat qîrîn û bi muzîkê bala xelkê hat kişandin.
Buroya Ragihandinê ya PWKê diyar kir, welatiyên li navçeya Qoserê pêşwaziyeke germ û baş nîşanî çalakiyê dane. Welatiyan bi endamên PWKê re li ser girîngiya zimanê dayikê axivîne û piştevaniya xwe diyar kirine.
Hat ragihandin ku çalakî bi awayekî serkeftî û bi coş bidawî bûye.