Reqa.. Çar karmendên ewlehiya Sûriyeyê di êrîşeka DAIŞê de hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku, îro (Duşem, 23ê Sibata 2026ê) êvarê çar karmendên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê di êrîşeka çekdarî de li xala kontrolê ya Sebahiyeyê li bajarê Reqayê hatin kuştin.
Li gorî zanyarên destpêkî, ew êrîş ji aliyê şaneyên nivistî yên DAIŞê ve hatiye kirin. Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de got ku, wê êrîşa terorîstî ew xala kontrolê kiriye armanc û di bersivê de yek ji çekdaran hatiye kuştin.
Ev êrîş di demekê de ye ku, bajarê Reqayê vê dawiyê dîsa ketiye bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê, piştî ku ji hêzên Kurdî hatiye wergirtin.
Ev guhertinên ewlehiyê nîşana zêdebûna xetera tevgerên DAIŞê li gundên Reqa û Dêrazorê ye, ku tê de êrîşên li ser xalên kontrolê yên ewlehî û leşkerî zêde bûne. Çavdêr haydariyê didin ku, dever ber bi qonaxeka nû ya aloziya ewlehiyê ve diçe û gefan li tenahiya heyî ya lawaz dike.
Berdevkê Rêkxistina terorsîtî ya DAIŞê li roja Şemiya borî (21ê Sibata 2026ê), piştî du salên bêdengiyê, di peyama xwe ya yekê ya dengî de bang li çekdarên rêkxistina xwe kir ku êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyeyê bikin.