Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbata Wîdad Erselan re dixwaze

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyameke sersaxiyê de sersaxî ji malbat, kesûkar û hevalên kesayetiyê navdar ê bajarê Hewlêrê û wezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Wîdad Erselan re xwest.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 24ê Sibata 2026ê) peyameke sersaxiyê belav kir, û tê de sersaxî ji malbat û kesûkar û hevalên kesayetiyê navdar ê bajarê Hewlêrê û wezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Wîdad Erselan re xwest.

Peyama Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Ji bo koça dawiyê ya kesayetiyê navdar ê bajarê Hewlêrê û wezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Wîdad Erselan, ez sersaxiyê ji malbat û kesûkar û hevalên wî re dixwazim û ez hevparê xema wan im.

Xudayê mezin canê wî bi bihiştê şad bike û sebir û hedarê bide malbat û kesûkarên wî.

 

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê