Elî Hisên: Nabe tenê aliyek biryarê li ser posta Serokkomarê Iraqê bide
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmanî û Helebçe û Raperînê radigehîne ku, biryardana li ser posta Serokkomarê Iraqê wekî mafekê destûrî hewceyî lihevkirina navxweyî ya Kurdan e, ku danûstandinên wan bi YNKê re ji bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştine qonaxa dawiyê, lê rewşa siyasî ya Iraqê û hevrikiyên deverê ew pêvajo paş xistiye.
Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmanî û Helebçe û Raperînê Elî Hisên îro (Sêşem, 24ê Sibata 2026ê) di konferanseka rojnamevanî de helwesta partiya xwe li ser pirsgirêkên niha yên Iraq û Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Elî Hisên li ser mijara Serokkomarê Iraqê tekez kir ku, ew post bi tevahiya pêkhateya Kurdan ve girêdayî ye, wekî ku çawa li gorî adeta siyasî posta Serokê Parlementoyê ji bo pêkhateya Suneyan û posta Serokwezîr jî ji bo pêkhateya Şîeyan hatiye yekalîkirin, divê Kurd jî di nav xwe de li ser berbijarê posta Serokkomar li hev bikin.
Navbirî amaje jî da: Li cem me ne pirsgirêka e ku Serokkomar ji PDK, YNK an jî kesatiyekê bêalî be, belkî ya girîng ew e ku ji hêla mekanîzmeka Kurdistanî ve bê destnîşankirin, ne ku aliyekê siyasî bi tenê biryarê li ser bide. Herwesa red kir ku, ti duberekiyeka navxweyî li ser vê postê di nav PDKê de hebe.
Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya PDKê li Silêmanî û Helebçe û Raperînê li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û posta serokwezîr ragihand ku, ew piştgiriyê didin biryara mala Şîeyan.
Elî Hisên herwesa got: Şîeyan niha Nûrî Malikî destnîşan kiriye, her kesekê din jî ew berbijar bikin, em dê bi hevahengî bi Kurd û Suneyan re piştgiriyê bidin wan û dê alîkar bin.
Navbirî di pareka din a daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêvajoya avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ron kir ku ji piştî dema hilbijartinan ve, komîteyên hevpar ên YNK û PDKê gelek civîn li dar xistine û li ser awayê xebatê û belavkirina piraniya postan li hev kiriye.
Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya PDKê li Silêmanî û Helebçe û Raperînê sedema paşkeftina ragihandina kabîneya nû ji bo rewşa siyasî ya Iraq û deverê vegerand û got: Ji ber hilbijartinên Parlementoya Iraqê û wê aloziya siyasî ya ku li deverê heye, xasma jî duberekiyên di navbera Amerîka û Îranê de, ew pêvajo piçek paş ketiye.
Elî Hisên herwesa got: Tê payîn ku bi avakirina Hikûmeta Iraqê û sivikkirina aloziyên di navbera Waşinton û Tehranê de, çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê jî dê hêsantir be. Herwesa daxwaz jî kir ku, hemî aliyên Kurdistanî tevlî hikûmeta bê bibin.